TR KU SO
FB X
Kurdistan

Singal | Ji 73 gorên bi kom tenê 10 hatine vekirin

Admin H
Nivîskar
📅 23 nîsan 2019 20:49

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Şingalê ji 73 gorên bi kom ên heta niha hatine dîtin, tenê 10 ji wan hatine vekirin.

Berpirsê dîtina gorên bi kom li Şingalê Neqîb Felah ragihand, heta niha 10 gorên bi kom ên kurdên êzidî ku rastî komkujiya DAIŞê bûne, hatine vekirin.

Li gor malpera fermî ya PDKê Felah diyar kir, 10 gorên bi kom ên hatine vekirin li devera li gundê Koço yê devera Şingalê ne û da zanîn, vekirina wan goran bi alîkariya hikûmeta Iraqê û çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê kirin.

Parve bike: