TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sitki Zilan: Pirsgirêka Kurdan bêîttîfaqî ye!

Admin V
Nivîskar
📅 15 hezîran 2018 12:26

PeyamaKurd- Li ser hilbijartina 24ê Hezîranê, pirsa Kurdî û rojeva Kurdistanê me çend pirs ji endamê Heraketa Azadiyê Parêzer Sıtkı Zilan kirin. Birêz Zilan pirsên me bi kurtî wiha bersivandin:


PeyamaKurd -Bi nêrîna we hilbijartina 24ê Hezîranê de tirsa Kurdan çi ye?
Sıtkı Zilan- Kurd natirsin, lê belê di rêvebirîyê de tengasî hene. HDP di destê çepê Tirkan de ye, gor mesleheta me Kurdan û gelê Kurdistan nameşe. Di hilbijartinê de benda %10 ji bo gelê me tengasî ye. Ê duyemîn bêîttîfaqî ye.


PeyamaKurd- pirsa Kurd gelo bi hilbijartinan çareser dibe? 
Sıtkı Zilan-
Tengasiyên rojane hene; bi hezaran kes di zîndanê de ne, sazî û medya qedexe ne, ji bo wan tiştan be jî ku Erdogan winda bike wê ji bo Kurdan wê baş bibe. 


PeyamaKurd – Dibe ku Guherandina pergala Serokomariyê, ji bo pirsa Kurdî li Tirkiye pêvajoyekê bide destpêkirin?
Sıtkı Zilan-Bê guman gaveke nû wê dest pê bike. Lê belê tiştekî esasî nexuya ye. 


PeyamaKurd- Li gorî we HDP dikare pirsa Kurd çareser bike? 
Sıtkı Zilan- Na, HDP ne partîyeke azad e ku bikaribe qerarên wisa bigire. Ev firset di pêvajoya çareseriyê de di sala 2013an de kete destê wê, lê belê bi kar neanî. Dikarîbû bibêje, devlet û PKK meseleyê bi şîddetê biaxive, ez eleqedar nabim; lê meseleya Kurd(istan) ez û aliyên dî muxeteb in. Lê ev nekir. 


PeyamaKurd -Bandora serxwebûna herêma Kurdistanê li ser Kurdên Bakûrê Kurdistanê çi bû? 
Sıtkı Zilan-Meseleyeke tarîxî ye, hêviyek anî rojevê.


PeyamaKurd -Nêzîkbûna Hêzên ewrûpayê ji bo pirsa Kurdî çi ye?
Sıtkı Zilan-Em Kurd, nizanin baş îstîfade bikin û em gelê dunyayê û dewletan sucdar dikin.

Parve bike: