TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sivan Perwer bêrêziya nirxên civakê didomîne

Admin H
Nivîskar
📅 16 nîsan 2020 21:59

PeyamaKurd – Şivan Perwer ku ev demek e bi daxuyanî û gotinên xwe yên li derveyî huner û rastiya civaka Kurd xwe dixe rojev, vê carê jî dest avêtiye rexnekirin û bêrêziya ol û baweriyên Kurdan.

Di vîdyoyeke ku Şivan parve kiriye de, li ser mijara zewacê hem bêrêziyê li civaka misilman dike hem jî bi taybet sivikatiyê li Ola Kurdên Êzidî dike û wekî faşîstî bi nav dike.

Şivan Perwer ola Êzidiyan wekî felsefe û îdeolojiyeke faşîzanî pênase dike û nirxên civaka êzidî li ser mijara baweriyên wan, binpê dike.

Perwer beriya niha jî dîsa bi daxuyaniyeke xwe ya vîdyoyî, sivikatî li rêberên ku di dîroka Kurdistanê de cihê şanaziyê ne kiribû û li ser Şêx, Beg, Mîr û Melabûna wan bêrêzî li nasnavên wan ên pîroz yên li nav gelê Kurd têne naskirin kiribû.

Ew gotinên Şivan rastî bertekên tund hatibûn û malbatên Şêx Seîd, Pêşewa Qazî Muhamed û Mîr Celadet Bedirxan daxwaza lêborînê jê kiribûn, lê wî lêborîn xwestin li aliyekî bi pozbilindî û quretiyekê ew daxwazên jê hatin kirin red kiribû.

Şivan Perwerê ku bi salan ji ber hunera xwe nanê gelê Kurd xwariye û bi taybet jî li Başûrê Kurdistanê hem madî hem jî ji hêla hunerî ve piştgiriyeke xurt bo wî hatiye dayîn, ev demeke bi van daxuyaniyên xwe, hem xwe hem jî hunera xwe piçûk dixe.

Çend pirs li Şivan Perwer;

Gelo Şivan bi van gotin û daxuyaniyên xwe yên bi navê derbirina fikr û ramana xwe belav dike, dixwaze çi bike?

Bi êrîşkirina ser nirxên vê civaka ku heta niha qedr û qîmet daye wî, wê çi bi dest bîne?

Pirsa dawî jî, Şivanê ku van demên dawî ji bilî hunerê tenê bi îdeolojî û felsefeyan re mijulahî dike, gelo wê kengî îdeolojiyeke ku êdî jê venegere ji xwe re bibîne?!

Beşa vîdyoyê ya ku bêreziyê li Kurdên Êzidî dike

 

Parve bike: