TR KU SO
FB X
Kurdistan

Siyasetmedarê Kurd Fuad Onen li Stenbolê hat binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 06 sibat 2020 01:07

PeyamaKurd - Siyasetmdar û nivîskarê li Bakurê Kurdistanê Fuad Onen ku beriya niha doz lê hatibûn vekirin, îro 5ê Sibatê êvarê li bajarê Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Rojnamevan Mihemed Sanri li ser hesabê xwe yê twitterê agahiya binçavkirina Fuad Onen parve kir û got ku ew bi hinceta propagandaya terorê ango parvekirinên xwe yên li ser medya civakê yên derbarê operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê û axaftinên xwe yên li ser komkujiya Roboskê hatiye binçavkirin.

Sanri daye xuyakirin ku dê Fuad Onen îro li navenda polîsan binçavkirî be û sibe wî derxin pêşberî dadgehê.

Parve bike: