SOHR: Bi mosekan êrîsî Çiyayê Zawiye û Çiyayê Kurdan hat kirin
PeyamaKurd- Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê, îro bi moşekan êrîşî Çiyayê Zawiye û Çiyayê Kurdan kir. Hat ragihandin ku di navbera Hêzên Hikûmetê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve jî şer derketiye.
SOHRê ragihand ku Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê, navçeyên Fetîre, Sifohin û Bînîn yên li Çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê û mihwerê Kibênê ya li Çiyayê Kurdan a li bakurê Lazqiyeyê, bi dijwarî da ber moşekan. Hat destnîşankirin ku li Deşta Xabê ya li bakurê Hemayê, di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve û Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê de jî şerekî bi çekên giran rû daye.
Şûnwarên ku îro rastî êrîşên moşekî hatin, di Adara sala 2020an de wekî navçeya agirbestê ya Rûsya û Tirkiyeyê hatibû destnîşankirin.