Kurdistan
SOHR: Rejîmê Xan Sêxûn kontrol kir, ASAyê jî pistrast kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku yekîneyên girêdayî rejîma Sûriyê, yek ji deverên girîng ên komên çekdar Xan Şêxûnê kontrol kirine û hat diyarkirin ku hêzên çekdar ji herêmê vekişiyane.
Hêzên rejîma Esadî bajarokê Xan Şêxûnê yê girêdayî Idlibê kontrol kirin.
Hat zanîn ku di navberan hêzên çekdar de şerên giran qewimîne û yekîneyên rejîma Esadî bajarok kontrol kirine.
Ji Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Rami Abdurrahman ragihand ku hêzên rejîmê piştî 5 salan, roja duşemê ketine bajarokê Xan Şêxûnê û li ser vê pêşhatinê hêzên çekdar ên li wir vekişiyane herêma bakurî.
Ji aliye din ve Artêşa Azad a Sûriyê (ASA) ya ku Tirkiyê piştgiriyê didiyê jî piştrast kir ku hêzên çekdar ên Xan Şêxûnê vekişiyane.