TR KU SO
FB X
Kurdistan

SOHR: SIHAyên Tirkiyê li Kobanê depoya lojîstîk a HSDê bombe kir

Admin H
Nivîskar
📅 26 îlon 2022 20:51

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên bêmirov ên Tirkiyê (SİHA) li navenda bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, li depoya lojîstîk a Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) xistin.

Di nûçeya ku SOHRê belav kiriye de hatiye diyarkirin ku balafira bêmirov a Tirk depoya HSDê ya alav digihandin şervanan û binkeyên leşkerî kiriye armanc û dronên Tirk ji doh ve li ser asmanên Kobanê jî digerin.

SOHRê hirwiha daye xuyakirin ku ji destpêka sala 2022yan ve artêşa Tirkiyê, 58 êrîş li ser Rojavayê Kurdistanê û hêzên Kurd pêk anîne.

Parve bike: