Kurdistan
SOHRê hejmara DAISîyên ku li Baxozê mirin eskere kir
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina Navenda Çavderîyê ya Sûrîyê (SHOR) di êrişên Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî baregeh û binkeyên DAIŞê da 50 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Piştî ku tevahîya Baxozê ji terorîstên DAIŞê hat paqijkirin, Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump dîyar kiribû ku bi saya hêzên Hevpeymanîya Navdewletî pêkan bûye ku xaka Sûrîyê û Iraqê ji terorîstên DAIŞê bihê paqijkirin.
Trump teqez kiribû ku “Amerîkayê û hevpeymanê wê, bi hêzên Iraqî û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) xaka Sûrîyê û Iraqê ya di destê DAIŞê da rizgar kirin û dawî li hêza leşkerî ya DAIŞê anîn.”