TR KU SO
FB X
Kurdistan

SOHRê ji bo bûyera Kobaniyê banga lêpirsîneke zelal û serbixwe kir

Admin H
Nivîskar
📅 12 îlon 2026 10:35

PeyamaKurd -

Li girtîgeha bajarê Kobaniyê di dema rageşiyeke ewlehiyê de agir bi girtîgehê ket.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), di encama bûyerê de 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 20 kes jî birîndar bûn an jî dûmanê bandor li wan kir.

Hin ji birîndaran bo nexweşxaneyên Helebê hatin veguhestin.

Agir piştî wê yekê derket ku li nava girtiyan agahiyên derbarê biryara veguhestina wan a bo Girtîgeha Navendî ya Helebê belav bûn û ev yek bû sedema paniyê.

Li ser vê yekê hin girtiyan dest bi şewitandina hinek beşan kirin û alozî derket.

SOHRê ragihand ku ji bo tespîtkirina sedemên rastîn ên karesatê divê lêpirsîneke bêalî û zelal bê destpêkirin.

Parve bike: