Şoreş Îsmaîl: Mercên yekxistine pêşmerge hatine bicihkirin
PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl piştrast kir ku rêkeftina stratejîk a leşkerî ya ku di sala 2022an de di navbera Wezareta Pêşmerge û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de hatibû îmzekirin, di 30ê Îlona 2026an de bi dawî dibe.
Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl ragihand ku wan hemû berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya rêkeftinê de bi temamî cîbicî kirine û got ku hemû hêzên Pêşmerge di bin banê 11 tîm û fermandariyeke giştî de li ser wezaretê hatine girêdan.
Tevlî ku xeteriya birîna alîkariyê heye jî, berdevkiya Pentagonê li ser van îdîayan daxuyaniyeke zelal nedaye û diyar kiriye ku di vê astê de ti tiştekî wan nîne ku bêjin.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha Amerîkayê nêzî 61 milyon dolar ji bo mûçe û lojîstîka Pêşmergeyan terxan dikir.