TR KU SO
FB X
Kurdistan

Soylu: Kesê bombe daniye hatiye desteserkirin û êrîs ji aliyê PKKyê ve hatiye kirin

Admin L
Nivîskar
📅 14 mijdar 2022 14:00

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di derbarê teqîna Stenbolê de daxuyaniyek da û diyar kir: “Kesê bombe daniye hatiye desteserkirin û êrîş ji aliyê PKKyê ve hatiye kirin.”

Li gor Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu di civîneke rojnamevanî de da zanîn, kesê ku bombe daniye kolana Îstîklalê hatiye desteserkirin û delîlên êrîşê nîşan didin ku êrîş ji aliyê PKK û PYDê ve hatiye kirin û fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye dayîn.

Suleyman Soylu eşkere kir: “Li gor nirxandina me, fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye dayîn û êrîşkar ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê bûye. Ew kesê ku bombe daniye cihê teqînê, ji aliyê Asayîşa Stenbolê ve hate desteserkirin.”

Herwiha Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê destnîşan kir: “Baca wê çi be bila bibe, em ê heta dawiyê têkoşîna terorê bikin. Nedilsoziya xwedêgiravî hevpeymanên me ku senatoyên xwe pere ji terorîstan re dişînin eşkere ye. Li gor delîlên di destê me de, PKK û PYDyê ev êrîş kirine. Em ê di demeke nêzik de bi giranî bersiva vê êrîşê bidin.”

Di berdewamiyê de Soylu, nasnameya kesên di êrîşê de hatine kuştin eşkere kir û got, 6 kesan can dane.

Herî dawî di derbarê birîndaran û rewşa wan a tendirustiyê de Soylu got, 81 birîndar bûne, 50 birîndar piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî ji nexweşxaneyan hatin derxistin. Hin ji wan li nexweşxaneyan çareseriyan werdigrin, 5 birîndar niha di lênihêrîna giran de ne, rewşa 2 birîndaran jî giran e.

Parve bike: