TR KU SO
FB X
Kurdistan

Suriye | CNN: Ji sedî 40ê servanên Kurd jin in

Admin H
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2019 21:13

PeyamaKurd – Dezgeha medyayî ya Amerîkî CNNê di lêkolîneke xwe de eşkere kir ku li Sûriyê ji sedî 30-40ê şervanan jin in.

Li gor rapora CNNê ku herêmên jêr kontrola Kurdan ên Sûriyê wekî Kurdistan bi nav dike, her çiqas hejmareke fermî tunebe jî di şerê li Sûriyê de, ji sedî 40ê şervanên YPG/HSDê ji jinan pêk tên.

CNNê wêneyên jinên Kurd ên şervan jî belav kirin ku ew wekî ‘Şervanên Azadiyê’ dan nasandin.

Beriya niha jî CNNê di nîvîsareke xwe de, nexşeyeke Kurdistanê belav kiribû û gotibû, li Tirkiyê 25-30 milyon Kurd dijîn.

Di nûçeyê de hat gotin ku Kurd ligel şerê sed salî yê serxwebûnê jî hîn nebûne xwedî statuya dewleta Kurdistanê.

Parve bike: