TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sûriye | Pirsa Kurd nîne, Rojava erda Sûriyê ye

Admin S
Nivîskar
📅 25 berfanbar 2018 17:22

PeyamaKurd – Şêwirmendê Hikûmeta Sûriyê Abdulkadir Ezuz ji televizyona Al Khed a Erebî re ragihand, hikûmeta Sûriyê amade ye bi hêzên bakurê Sûriyê (Kurd) re danûstandinê bike û got, “Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) erda Sûriyê ye.”

Ezuz herwiha diyar kir ku dê artêşa Sûriyê li dijî her êrîş û hewlên dagirkeriyê berevaniya erda xwe bike û li ser pirsa Kurd û got, “Kêşeyeke bi navê pirsa Kurd li Sûriyê nîne.”

Ezuz pesnê şerê hêzên Kurdî li dijî DAIŞê da û da zanîn, “Ew hemwelatiyên welatperwer in.”

Herwiha Ezuz diyar kir ku dê hikûmeta Sûriyê rêveberiya bakurê Sûriyê (Rojava) dewrî xwe bike û her cure xizmetê bo wê deverê bike.

Parve bike: