TR KU SO
FB X
Kurdistan

Talabanî: Iraqê ti caran niyet nekiriye madeya 140 bicih bîne

Admin H
Nivîskar
📅 03 cotmeh 2019 23:33

PeyamaKurd - Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talabanî got ku ti caran niyeta Bexdayê ya bicihanîna madeya 140 çênebûye û tenê dema rewşa Iraqê xirab bûye soza çareserkirina arîşeyên ligel Kurdan dane.

Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talabanî di civîneke çapmeniyê de got:

“Deverên Kurdistanî baca xirabkariyên hukimranîyê li Iraqê didin. Herwiha hikûmetên bi dûv hev re hatine, li wî welatî her demeke mercên wan ne guncaw bûye soz dane bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên ligel Kurdan, lê piştre poşman bûne.”

Rêbwar Talabanî destnîşan kir ku ti deman niyeta Iraqê ya cîbicîkirina maddeya 140 nebûye.

Parve bike: