TR KU SO
FB X
Kurdistan

Talabanî: Kesên ku dibêjin bila hilbijartin taloq bibe, naaxivin!

Admin V
Nivîskar
📅 06 tebax 2018 18:11

PeyamaKurd- Alîkarê Serokwezîr Kubad Talabanî got ku hemî partiyên siyasî dixwazin ku hilbijartin taloq bibe, lê belê em ê ji biryara hukûmetê re rêzdar bin.

Kubad Talabanî di vekirina avahiya nû ya Balafirgeha Silêmaniyê ya Navnetewî de axivî û got ku ji bo hilbijartina 30ê Êlûnê em ê ji biryara parlamentoyê re rêzdar bin.

Talabanî wiha berdewam kir: “Hemî partiyên siyasî dixwazin ku hilbijartin taloq bibe, lê belê tu kes naxwazê vê yekê bîne zimên.”

 

Parve bike: