Kurdistan
Talîbanê di 24 saetan de 100 êrîs pêk anîn
PeyamaKurd - Hikumeta Afganistanê ragihand ku êrîşên Tevgera Talîbanê ji dema biryara vekişîna hêzên Amerîkî ve hîn zêdetir bûne û tenê di 24 saetên dawî de bêhtirî 100 êrîşên li deverên cuda hatine kirin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên ji hikûmeta Afganistanê, di nava 24 saetên dawî de û li 26 wîlayetan hêzên Talîbanê bêhtirî 100 êrîşî birine ser hêz û saziyên ewlekariyê yên hikumetê.
Hat diyarkirin ku di encama van êrîşan de, tevgera Talîbanê dest danîye ser taxa Barka li bakurê Afganistanê û hiştiye hêzên hikumetê bi paş de vekişin.
Di êrîşan de herî kêm 10 endamên ewlekariyê hatine kuştin û 16 endamên Talîbanê jî hatin girtin.