TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tehrîr El-Sam ji welatiyên Efrîn û Idlibê bi navê zekatê xeracê distîne

Admin L
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2022 13:28

PeyamaKurd – Desteya Heyet Tehrîr El-Şam ji welatiyên Efrîn û Idlibê bi navê zekatê xeracê distîne.

Zanyarî destnîşan dikin, çekdarên girêdayî Desteya Heyet Tehrîr El-Şam ji welatiyan di bin navê zekatê de dest bi stendina xeracê ji xelkê Efrînê û Idlibê jî kirine.

Herwiha cotkar û xwediyên kargehên zeyta zeytûnan gazinan dikin û dibêjin, bi navê zekatê bacên heremekê bi ser wan de disepînin. Wan çekdaran ji xwediyên kargehên zeytûnan re gotine ku istixbarata Tirkiyê wiha dixwaze.

Herwiha Desteya Heyet Tehrîr El-Şam bi rêya oldarên xwe li seranserî mizgeftên parêzgeha Idlibê di xutbeya Înê de bang li welatiyan kirin ku zekata xwe zû û temam bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 13ê meha Cotmehê, çekdarên Desteya Heyet Tehrîr el-Şam bi alîkariya komên Hemzat û Emşat, derbasî nav bajarê Efrînê bûn û çekdarên Feyleqa Sêyem a berê li Efrînê bûn jî çûne navçeya Ezazê.

Parve bike: