TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tekne noqav bû û rêwî hatin rizgarkirin

Admin M
Nivîskar
📅 18 îlon 2020 00:28

PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê li navçeya Xalfetiyê tekna rêwiya ji bin de avê sitend û canê 26 rêwiyan ket xeterê. Piştî avakirina bendava Bîrecûka Rihayê, avê pungara xwe daye seriya navçeya Xalfetiyê û li ser ava bendavê gelek tekne û qeyîk seyranê dikin û rêwiyan digerînin.

Piştî av kete nav tekneyê rêwî hemû êlekê bo mayîna ser avê li xwe kirin û tekneyên der û dor hatin hawara wan. 26 rêwî ji aliyuê tekneyên din de hatin rizgarkirin.

Parve bike: