Tendirustiya Herêma Kurdistanê: 3 kes bi koronayê ketin û 11 kes bas bûn
PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawiyê de 3 kesên din bi vîrusa Covid-19ê ketin, ku du ji wan li Helebce û kesek jî li qezaya Derbendîxanê ne û li Hewlêrê jî 11 nexweşên vê vîrusê baş bûn.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê aşkere kiriye, ku herî dawî 3 hemwelatî bi nexweşiya koronayê ketine, ku her sê jî li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ne. Li gor Wezareta Tendirustiyê, kesek li qezaya Derbendîxanê û 2 kes jî li Helebceyê bi vê vîrusê ketine.
Herwiha Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê diyar kir, 11 tûşbûyên din ên koronayê li sînorê wê parêzgehê baş bûne û dê bo malên xwe bêne şandin.
Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê, Dilovan Mihemed Fatih Celal got: “11 nexweşên ku bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketibûn, piştî wergirtina çareseriyên pizîşkî bi temamî baş bûne û rewşa tendirustiya wan baş e, pişkinînên taybet ên li pey hev bo wan kesan hatine kirin ku hemû negatîv bûne, lewma biryar hat dan ku ew bo mal bêne şandin.”
Bi başbûna wan kesan, hejmara nexweşên koronayê ku heta niha li Hewlêrê baş bûne, bo 89 kesan bilind bû.
Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, li herêmê heta niha 334 kes bi vîrusa Covid-19 ketine. Herwiha ji destpêkê ve heta niha 209 kes ji nexweşên vê vîrusê baş bûne û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.