TR KU SO
FB X
Kurdistan

Termê Dilînê radestî malbatê hat kirin

Admin H
Nivîskar
📅 12 hezîran 2019 21:52

PeyamaKurd – Termê keça Duhokî ya 10 salî Dilîn ku ji aliyê zilamekî 47 salî yê xwestibû destdirêjiyê lê bike hatibû kuştin, radestî malbata wê hat kirin.

Hat ragihandin ku termê Dilînê ku piştî windabûna wê çar rojan hatibû dîtin, îro li peymangeha Dada Pizîşkî ya Duhokê radestî malbata wê hat kirin û dê îro li Goristana Şaxikê ya Duhokê were veşartin. 

Zaroka bi navê Dilîn Welîd roja duyem a cejna Remezanê ji aliyê zilamekî 47 salî ve hatibû revandin û piştî çar rojan jî termê wê hatibû dîtin.

Termê Dilîn piştî ku veguhezînin Mizgefta Cûdî ya li Duhokê û nimêja cenaze were kirin, dê li Goristana Şaxikê were veşartin. 

Parve bike: