TR KU SO
FB X
Kurdistan

Terorîstên DAISê êrîsî bîra petrola Elas kirin

Admin L
Nivîskar
📅 01 sibat 2021 17:00

PeyamaKurd –  Terorîstên DAIŞê, li sînorê parêzgeha Selahedînê, êrîşî bîra petrola Elas kirin û di encamê de, 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gor berdevkê rêveberiya polîsê parêzgeha Selahedînê Mihemed Osman îro diyar kiriye: ‘‘Derengiya şeva borî, terorîstên DAIŞê li rojhilatê parêzgeha Selahedînê êrîşî bîra petrola Elas kirin û di encama bersivdana hêzên ewlehiyê de, 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û du karmendên polîsê federal ê Iraqê jî birîndar bûn.’’

Mihemed Osman herwiha daye zanîn: ‘‘Terorîstên DAIŞê, piştî wê êrîşê reviyan û heta vê sibehê jî navçe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat dorpêç kirin.’’

Parve bike: