TEV-DEM: Operasyon plana hevbes a Tirkiye û rejîma Sûriyê ye
PeyamaKurd - Hevserokê TEV-DEMê Xerîb Hiso ragihand ku plana êrîşa li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê planeke hevpar a Rûsya, Îran, rejîma Sûriye û dewleta tirk e ku berê li ser lihevkirin çêbûye.
Xerîb Hiso di hevpeyvîna Ersîn Çaksu ya ANFê de, li ser gefên operasyona dijî Rojavayê Kurdistanê yên Tirkiyê û amadekariyên êrîşê axivî û got, Eşkereye ku Erdogan û dewleta tirk biryara şer dane.
Hiso da xuya kirin, “Sedema zêdegaviyên wê ev e. Erdogan li dijî gelê kurd, gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê biryara komkujiyê daye… Li pêşiya tevahiya dinyayê gefan dixwe, planên dagirkerî û komkujiyê nîşan dide. Tevî ku her kes metirsiyê dibîne jî kes tiştekî li dijî vê yekê nake.”
Xerîb Hiso amadekariyên êrîşê wekî planeke hevbeş a Rûsya, Îran, Tirkiye û rejîma Sûriyê bi nav kir got, “Erdogan gefên dagirkeriyê bi tena serê xwe nake. Bi piştgiriya Rûsya û Îranê, di çarçoveya planeke hevpar de ku rejîma Sûriyeyê jî di nav de ye gefan dixwe. Di demekê ku Erdogan gefan dixwe de rejîma Sûriyeyê jî HSDê dike hedef. Ev jî nîşaneya plana hevpar e. Li pişt wan jî Îran û Rûsya hene. Vê planê bi rengekî hevpar pêk tînin.”