TR KU SO
FB X
Kurdistan

"Tevgera DAISê li deverên Kurdistanî metirsîdar e"

📅 20 nîsan 2018 00:19

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li fermandeyê hêzên hevpeyman li Iraqê general Walter Piatt kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku tevgera DAIŞê li deverên Kurdistanî metirsîdar e û pêwîst e zêdetir alîkariya Pêşmerge bê kirin.

Îro şandeke hevpeymaniya dijî DAIŞê bi serokatiya fermandeyê hêzên hevpeyman li Iraqê general Walter Piatt, serdana Hewlêrê kir û bi Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî behsa zêdebûna livîna terorîstên DAIŞê li hinek deverên Sûriye û Iraqê her wiha deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê kir û ragihand, ew livîn û êriş metirsîdar in. Ji ber wê jî divê ewlehiya deverên Kurdistanî bi hemahengî li hemû aliyan were parastin û divê rewşa wan deveran bi lez normal bibe.

General Walter Piatt jî behsa şerê DAIŞê kir û ragihand, rola Pêşmerge û Herêma Kurdistnaê di şerê DAIŞê de bi bandor bû û got, hêzên hevpeyman dê li ser alîkarîkirin û rahênana Pêşmerge berdewam bin.

Parve bike: