TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tevî Dadgeha bilind biryara îdama xortê Kurd xera kir jî Îranê xort îdam kir

Admin M
Nivîskar
📅 04 tebax 2026 15:08

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Urmiyê xortê xwendevan yê bi navê Umid Behzad (21) ji aliyê dadgehê de bi biryara îdamê hatibû cezakirin lê parêzerê wî îtîraz kiribû û dadgeha bilind ya Îranê biryara cezayê îdamê xerab kiribû.

Tevî dadgeha bilind biryara dadgeha jêr xerab kir jî, hêzên Îranê do Umid Behzad birine ciyekî nediyar û wî îdam kirine.

Çavkaniyekî ji bo dezga mafên mirovan ji Kurdpayê re ragihandiye ku Behzad roja Duşemê serê siba li ciyekî nediyar îdam kirine, li ser îtîraza parêzerê Behzad dadgeha bilind roja Şemiyê biryara îdama wî betal kiriye lê rayedar îdamê nedane rawestandin.

Ajansa bi navê Mizan ya daraza Îranê agahiyên nerast belav kiriye û îfadên Behzad yên bi qederê 30 saniye bi video belav kiriye û gotiye ku îdama Umid Behzad bi biryara dadgeha bilind hatiye bicîhanîn.

Ajansê gotiye ku di şerê 40 rojan yê bi Îsraîlê re de Behzad koordînatên ciyên hesas yên Îranê ji Îsraîlê re şandiye û vêya jê re kirine sûc.

Li Îranê bi taybetî ji bo Kurdan daraz û dadwerî nemaye, wan digrin, îşkence dikin, ceza dikin û îdam dikin. Ji bo Belûc jî her weha ye. Îran a Şah û Îrana ayetullahan Kurdan dijmin ragihandine û çi karibin bi wan dikin.

Parve bike: