TR KU SO
FB X
Kurdistan

Teyfûr: Em wek PDKê bi ti awayî ne amade ne bikevin nava serê sixêfan

Admin L
Nivîskar
📅 06 cotmeh 2021 14:30

PeyamaKurd – Serokê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmanî û Helebce Arif Teyfûr diyar kiriye, PDK bersiva zimanê tund ê ti aliyekî nade.

Arif Teyfûr daye zanîn: “Bi fermana Serok Barzanî, PDK bersiva zimanê tund ê ti aliyekî nade, ji ber ku PDK gelekî ji wê mezintir e ku biçe nav şerê sixêfan. Em siyasetê dikin û hewl didin xelk kandîdên ku li Bexdayê nûnertiya Kurdan bikin bilbijêrin.”

Serokê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebce eşkere kir: “Em wek PDKê bi ti awayî ne amade ne bikevin nava şerê sixêfan.”

Parve bike: