Kurdistan
THYê biryar da heftane çar gestan ji bo Kerkûkê pêk bînin
PeyamaKurd – Kompaniya Rêyên Esmanî ya Tirkiyê (THY) biryar da ji destpêka Kanûnê ve heftane çar geştan ji bo Kerkûkê pêk bînin.
Li gor Rêveberê Giştî yê Rêyên Esmanî ya Tirkiyê Bîlal Ekşî diyar kir, niha heftane 42 geştan ji bo pênc cihên Iraqê encam didin.
Di berdewamiyê de eşkere kir, ji 2yê Kanûnê ve, Kerkûkê dixin nav tora geştên xwe, heftane wê çar geşt encam bidin, bi vî awayî hejmara geştên wan bo Iraqê di nava heman demê de digihîje 46 geştan.