Tîma YNKê besdarî civîna îro ya Encûmena Wezîran dibe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tîma Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) beşdarî civîna îro Yekşemê 14ê Gulanê ya Encûmena Wezîran a Kurdistanê dibe.
Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) doh 13ê Gulana 2023an civiya û hatiye ragihandin ku di civînê de tekezî li ser yekrêzî û pêşvebirina proseya siyasî hatiye kirin.
Li gorî çavkaniyên nêzîkî YNKê, Tîma YNKê îro beşdarî civîna Encûmena Wezîran a Hikûmeta Kurdistanê dibe.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokwezîr Mesrûr Barzanî 8ê Gulanê pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kiribû û ew civîn di atmosfereke erênî de derbas bûbû ku pirsgirêkên darayî û îdarî yên li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibûn gotûbêjkirin.
Herwiha di wê civînê de, herdu alî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalog û hevkariya di navbera hemû komên wezîran ên di nava Encûmena wezîran de, hevnêrîn bûn.
Tîma wezarî ya YNKê ji Cotmeha sala 2022yan ve beşdarî civînên Encûmena Wezîran nedibû.