Kurdistan
Tirkiya girtiyên artêsa Sûriyê radestî Rûsyayê kirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Tirkiyê 18 girtiyên serbazên artêşa Sûriyayê radestî Rûsyayê kirin.
Wezareta berevanîya Tirkyayê di daxuyanîyekê de belavkirîye, ku wan 18 serbazên hikumeta Sûriya ku li roja 29 cotmehê li başûrê Serê Kanîyê di çarçoveya operasyonên wê de li wê deverê hatbûn girtin, radestî alîyê Rûsyayê kirin.
Li gor ku hatîye belavkirin, ew girtî bi rêya dergehê Dirbêsyê hatine radest kirin.