TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tirkiya kitêba Serok Barzanî ya ‘Bo Dîrokê’ hat çapkirin

Admin H
Nivîskar
📅 18 hezîran 2021 17:22

PeyamaKurd – Kitêba Serok Mesûd Barzanî ya behsa referandûma serxwebûnê û serpêhatiya têkoşîna gelê Kurdistanê dike ya bi navê ‘Bo Dîrokê’ bi wergera Tirkî jî hat çapkirin.

Kurmanciya kitêbê jî demek berê bi wergera rojnamevan û nivîskar Arif Zêrevanî ji aliyê weşanxaneya Avestayê hatibû çapkirin.

Wergera Tirkî ya kitêbê jî ji heman weşanxaneyê bi wergera rojnamevan Îhsan Yalin û bi navê ‘Tarîhe Not’ derket.

Weşanxaneya Avesta diyar kiriye ku wê çapa cildkirî jî piştî du hefteyan derve.

Pirtûka "Bo Dîrokê" ya serok Mesûd Barzanî bi Kurmancî hat weşandin

Parve bike: