Tirkiyê 10 milyon LT ceza da Facebook, YouTube, Twitter û TikTokê
PeyamaKurd –Tirkiyê, ji ber daxwaza Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê pêk neanîne û nûnerên xwe yên fermî li Tirkiyeyê diyar nekirine, ceza da şîrketên Facebook, YouTube, Twitter û TikTokê.
Li gor Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê (BTK) diyar kir, şîrketên medyaya civakî yên ji milyonekê zêdetir şopînêrên wan hene, divê nûnerekî fermî li Tirkiyeyê destnîşan bikin an na wê ceza bidin wan. Piştî dema diyarkirî qediyaye û nûner destnîşan nekirine, BTKyê 10 milyon LT ceza da Facebook, YouTube, Twitter û TikTokê.
Li gorî yasayê, piştî dana vî cezayî, di nava 30 rojan de heke nûner neye tayînkirin wê vêcarê 30 milyon LT cezayê pereyan bidin. Piştî vî 30 rojên duyem jî, wê cezayê reklamdanê bidin wan.
Di nava 3 mehên piştî vê pêvajoya cezayê reklambirînê, şîrket berpirsiyariyên xwe bicih neynin ji bo berfiheriya înterneta van şîrketan ji sedî 50ê kêmtir bike, BTK wê serî li dadweriya silh û cezayan bide.
Dibe ev ceza ji sedî 90 were bilindkirin. Heke şîrket piştî cezadanê bi mehekê nûner destnîşan bikin û cezayê xwe bidin wê cezayê wan ji çaran 1 kêmtir bibe.