Kurdistan
Tirkiyê bi balafiran karwaneke otomobîlên PKKê bordûman kir
PeyamaKurd – Tirkiyê bi balafiran, li devera Mangêşk ya Duhokê karwaneke otomobîlên PKKê bordûman kir û şewitand.
Li gor zanyariyan, şeva borî balafirên Tirkiyê li nêzîkî gundê Dîliya li nahiya Mangêşkê ya Duhokê karwaneke otomobîlan bordûman kirin.
Qaymeqamê nahiya Mangêşkê Muştaq Ismet diyar kiriye, ew otomobîl yên PKKê bûne û di bordûmanê de şewitîne.
Herwiha Muştaq Ismet da zanîn, heta niha nayê zanîn çend çekdarên PKKê di nav wan otomobîlan de bûne û asta ziyanên wan çend e.
Nahiya Mangêşkê 30 km dûrî bajarê Duhokê ye.