TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tirkiyê karwaneke din a alavên lojistîkî derbasî xalên xwe kir

Admin L
Nivîskar
📅 15 gulan 2021 15:01

PeyamaKurd – Ji bilî şerê rojane yên hêzên Şamê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, derbaskirina maşîneyên Tirkiyê berdewam e. Tirkiyê karwaneke din a alavên lojistîkî derbasî xalên xwe kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirova, Tirkiyê, 20 maşîneyên din ên ji alavên lojistîkî pêk dihatin derbasî xalên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirova destnîşan kir, do artêşa Tirkiyê ji deriyê Kerfer Losîn ê Idlibê 20 maşîne ku ji alavên lojistîk pêk dihatin, li xalên xwe yên li herêmê bi cih kir.

Parve bike: