Kurdistan
Tirkiye ziyareta serokê meclisa Îsweçê betal kir
PeyamaKurd – Serokê meclisa Tirkiyê Mustafa Şentop ziyareta serokê meclisa Îsweçê ya Andreas Norlen bi sedema berteka li dijî xwepêşandanên PKK ê yên li Stockholmê betal kir. Norlen, wê di 17 ê mehê de seredana Tirkiyê bikira. Serokatiya meclisa Tirkiyê bi nivîskî ragihandina xwe weha kir.
“Li ser li payîtexta Îsweçê li Stockholmê PKK/YPG tevegra ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û Tirkiyê hedef girt, serokê meclisê Mustafa Şentop seredana fermî ya serokê meclisa Îsweçê ya Norlen ku wê di 17 ê mehê de seredana Tirkiyê bikira betal kir.