TR KU SO
FB X
Kurdistan

‘Tirs heye ku DAIS hinek deverên Iraqê dagir bike’

Admin H
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2020 23:14

PeyamaKurd - Serokê komîsyona Pêşmerge ya parlementoya Kurdistanê Revîng Hirorî da xuyakirin ku tirsa wê heye DAIŞ hinek deverên Iraqê dagir bike.

Parlementerê Kurdistanê û serokê komîsyona Pêşmerge ya parlementoya Kurdistanê, Rêvîng Hirorî dibêje, ji ber alozbûna rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê rêxistina DAIŞê çalakiyên xwe zêdetir kirine.

Li gorî nûçeya BasNewsê Rêvîng Hirorî got, hevpeymaniya dijî DAIŞê jî êrîşên xwe li dijî DAIŞê daye sekinandin, ji ber wê jî tirsa wê heye DAIŞ êrîşî hinek deverên Iraqê bike û wan deranbixe kontrola xwe.

Hirorî bang li hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê kir ku li hember her êrîşekî amade bin.

Parve bike: