Kurdistan
Trump fermana vekisîna hêzên netewî ji Washingtonê da
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, ferman da ku hêzên pasevanên netewî yên Amerîkayê ku bi sedema xwepêşandanên dijî kuştina George Floyd derketibûn kolanên Washingtonê, ji bajêr vekişin.
Trump li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku wî fermana vekişîna ji nav bajarê washingtonê ya Hêzên Pasevanên Netewî daye û niha her tişt bi rêk û pêk e ku wê vegerin nav malên xwe.
Hêjayî gotinê ye xwepêşandanên dijî nijadperestiyê yên bi kuştina mirovê çermereş George Floyd ji aliyê polîsekî ve dest pê kiribûn, hîn jî li gelek eyalet û bajarên Amerîkayê berdewam dikin.