TR KU SO
FB X
Kurdistan

Umêd Xoşnaw bîlançoya êrîşan eşkere kir: Hewlêr rastî zêdetirî 500 êrîşên bi dronan hatiye

Admin İ
Edîtor
📅 02 nîsan 2026 15:17

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku ji dawiya meha Sibatê vir ve, paytexta Herêma Kurdistanê bi awayekî sîstematîk bûye hedefa zêdetirî 500 êrîşên bi balafirên bêpîlot (dron).

Xoşnaw bi tundî bang li hikûmeta federal a Iraqê kir ku dawî li van binpêkirinan bîne.

“Bexdayê tu gav neavêtine”

Umêd Xoşnaw di civîneke çapemeniyê de (2y Nîsana 2026an) destnîşan kir ku piraniya van êrîşan ji wan deverên Iraqê têne kirin ku di bin kontrola hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê de nînin. Xoşnaw rexne li helwesta Bexdayê girt û got:

Tevî ku danûstandinên me yên bi hikûmeta navendî re berdewam dikin, lê heta niha di asta yasayî, leşkerî yan jî îdarî de tu gavên berbiçav nehatine avêtin.”

Parêzgar daxwaz kir ku ji bo qerebukirina zirarên welatiyên ku ji van êrîşan bandor bûne, budçeyeke lezgîn were veqetandin.

Hedefên sîstematîk: Ji sivîlan heta zeviyên petrolê 

Ji 28ê Sibatê vir ve, pêleke dijwar a êrîşan li seranserê Herêma Kurdistanê tê meşandin. Di van operasyonan de baregehên dîplomatîk, kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, çeperên Pêşmerge, zeviyên petrolê û binesaziya ragihandinê rasterast bûne hedef. Teqînên li nav taxên niştecihbûnê jî bûne sedema tirs û fikarên mezin di nav gel de.

Bîlançoya CPTyê: 14 qurbanî 93 birîndar 

Li gorî daneyên ku ji aliyê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) ve hatine parvekirin, di vê heyama kurt de herî kêm 474 êrîş hatine tomarkirin. Daneyên saziyê tiliya tawanê dirêjî du aliyan dikin:

• 179 êrîş ji aliyê Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) ve hatine kirin.

• 295 êrîş ji aliyê komên milîs ên nêzîkî Îranê ve hatine encamdan.

Li gorî raporta CPTyê, di encama van bombebaranan de heta niha 14 kesan jiyana xwe ji dest daye û 93 kes jî birîndar bûne. Zêdebûna hejmara qurbaniyan û berdewamiya êrîşan nîşan dide ku asmanê Herêma Kurdistanê di bin metirsiyeke mezin a ewlehiyê de ye.

Parve bike: