TR KU SO
FB X
Kurdistan

Umêd Xosnaw: Tu planeke me ya pîrozkirina sersala nû tuneye

Admin L
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2022 17:03

PeyamaKurd Parêzgarê Hewlêrê diyar kir, ew ê di çend rojên bê de plana pêşwazîkirina sersalê ragihînin û got, ew çaverêya geştiyaran e.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro Duşemê 12.12.2022ê ji medyayê re da zanîn: “Niha aliyên pêwendîdar wek geştyarî xwe amade dikin ku pêşwaziya geştiyaran bikin ku em çaverê dikin wek salên borî gelek geştiyar werin Hewlêrê.

Herwiha Umêd Xoşnaw eşkere kir: “Weke parêzgeh tu planeke me ya pîrozkirina sersala nû tuneye. Amadekariyên li navçeyên Enkawa û Şeqlawa ji bo xemilandina kolan, xanî û cihên din destpê kirine."

Parve bike: