Ûmmanê pistgirî da rêkeftina Îsraîlê, Bahreynê jî bersiva gefên Îranê da
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Behreynê Ebdulletîf Reşîd Zeyyanî bersiva gefên Îranê yên piştî rêkeftina Bahreyn-Îsraîlê da û got, ew destêwerdanên Îranê qebûl nakin.
Ebduletîf Reşîd Zeyyanî ji kanala El Erebîyê re ragihand, Behreyn welatekî xwedî serwerî ye û destêwerdanên Îranê li karûbarên navxweyî qebûl nake û got, Komra Îslamî ya Îranê ji bo têkdana aramî û îstîkrara herêmê alîkariyê dide milîsên tûndrew.
Li aliyê din Ûmmanê jî piştgirî da rêkeftina ligel Îsraîlê û kêfxweşiya xwe anî ziman.
Ajansa fermî ya Ûmmanê ragihand ku rêkeftina ligel Îsraîlê wekî pêngaveke asayîkirina têkiliyan ku ji aştiya Filîstîn-Îsraîlê re dibe alîkar û hêviya li gorî biryarên navdewletî çareseriya du dewletî anî ziman.
Hêjayî gotinê ye, roja şemiya borî Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku Behreyn û Îsraîl gihiştine rêkeftina aştiyê.
Yekem welatê erebî ku bi Îsraîlê re gihîştibû rêkeftinê çend hefte berê Îmaratên Erebî bû ku Siûdî jî piştgiriya wê kiribû.