TR KU SO
FB X
Kurdistan

UNHCR: Di 2026an de 1700 penaber ji Iraq û Kurdistanê vegeriyan Sûriyê

Admin H
Nivîskar
📅 21 tîrmeh 2026 19:18

PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku ji destpêka sala 2026an ve 1,700 penaber ji Herêma Kurdistanê û Iraqê vegeriyane Sûriyeyê, ku ev rêje berawirdî sala borî kêmbûneke berçav nîşan dide.

Saziya Neteweyên Yekbûyû destnîşan kir ku biryara vegera penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê girêdayî çend sedeman e bi taybetî rewşa ewlehiyê ya li hundirê welat û guherînên aborî bandoreke rasterast li ser vê pêvajoyê dikin.

Sala borî li gorî daneyên heman saziyê 6,976 penaber ji xaka Iraqê vegeriyabûn malên xwe, ku di lîsteya tevgerên koçberiyê yên herêmê de hatibûn tomarkirin.

Li gorî amarên dawî yên UNHCRê, bi giştî 346,066 penaberên Sûriyeyî li Iraqê dimînin ku ji sedî 82yê wan ango 263,501 kes li Herêma Kurdistanê dijîn.

Ji hejmara penaberên ku li herêmê ne, tenê ji sedî 34 di nav kampan de ne û ji sedî 66 jî li bajaran bi cih bûne. Penaberên ku li Herêma Kurdistanê dimînin di hemû kerta aborî û kar de çalak in û tevkariyeke erênî didin geşedana bazara navxweyî.

Parve bike: