TR KU SO
FB X
Kurdistan

Uzî Rabî: “Amerîka li Kurdistanê 3 baregehan ava dike”

Admin M
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2020 04:08

PeyamaKurd- Pisporê Rojhilata Navîn yê îsraîlî Uzî Rabî got ku bi eksa gotinên Trumpî, hîç hêzên Amerîkayê ji Iraqê venekişandiye û li herêma Kurdistanê nêzî ser sînorê Îranê 3 baregehên mayînde ava dike. Uzî Rabî rêvebirê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ya Moşe Dayan e. Rabî dibêje Amerîka dibîne ku çawa ji deverekî vedikişe, yekser Rûsya li wê derê bandora xwe nîşan dide û nûfûzî wê derê dike.

Iraq piştî kuştina Qasim Silêmanî biryarê dabû ku Amerîka leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne lê malpera Breaking Defance dibêje ku ev biryar bo Amerîkayê bê vateye û bi eksa wê, dê Amerîka xwe li herêmê bêhtir xurt bike. Rabî bo malperê gotiye ku Amerîka nêzî bajarê Helebçeyê ku ji Îranê 14 km dûre, wê baregehekî ava bike. Li Suleymaniyê û li başûrê Hewlêrê jî du baregehan ava bike. Amerîka dizane ku ji Iraqê vekişe, wê temamê dorpêçên ser Îranê xesareka mezin bibînin.

Parve bike: