Kurdistan
Vegera koçberên Efrînê bo piştî Newrozê hate paşxistin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku karwana duyemîn a koçberên Efrînê ku diviya 12ê Adarê vegeriya bajarê Efrînê hatiye paşxistin.
Hevserokê Kombenda Efrînê ya Civakî Îbrahîm Heftaro, da xuyakirin ku wan ji bo çûyînê 200 malbatan amadehî kiriye, lê komîteya berpirsiyar a Şamê agahî daye wan ku wê niha veger rawestiye heta piştî Newrozê.
Biryara piştî vegera 400 malbatan di rojên borî de, 200 malbatên din ên Efrînê vegerin cih û warê xwe.