TR KU SO
FB X
Kurdistan

'Vegera PDKê ya Ala Kurdistanê hêvîya Mexmûriyan zêde kir'

Admin H
Nivîskar
📅 29 îlon 2021 23:18

PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî çar salan binkeya xwe ya li qezeya Mexmûrê ligel hildana alên Kurdistanê vekir.

Doh 28ê Îlonê bi ahengeke mezin û girseyî û bi amadebûna berpirsên PDKê û xelkê Mexmûrê binkeya navçeya Mexmûrê ya PDKê piştî çar salan hate vekirin.

Berpirsê navçeya Mexmûrê yê PDKê Ebdula Tahîr li ser vegera PDKê got, ji ber bûyerên 16ê Cotmehê binkeya me ya nav Mexmûrê nemabû û niha binkeya me dîsa hate vekirin û vegera PDKê ya bi Ala Kurdistanê hêvî ji Mexmûriyan re vegerand.

Ebdula Tahir ji BasNewsê re daye xuyakirin, PDK li Mexmûrê xwedî girseyeke zêde ye, bi vegera me ve û emê bikevin nav xelkê û wê dengên PDKê di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de li sînorê Mexmûrê ku dikeve bazineya yek a Nînowayê pir zêde bibin.

Parve bike: