Kurdistan
Vesargehên DAISê yên li Diyala û Selahedîn hatin bombebarankirin
PeyamaKurd – Balafirên şer ên Iraqê veşargehên DAIŞê yên li Diyala û Selahedîn bombebaran kirin û di encamê de hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir, balafirên F-16 veşargehên DAIŞê li nahiya Qeretepe ya li Diyala kirin armanc û çar çekdarên di nav veşargehên de hatin kuştin.
Herwiha çekdarekî ewlehiyê li ser vê mijarê da zanîn, hêzên asmanî yên Iraqê veşargehên DAIŞê yên li derdora gola Hemrînê kirin armanc û li gor zanyariyên destpêkê, herî kêm sê çekdar hatin kuştin.
Herî dawî got, bombebaran gelek bi hûrgilî bi ser armancan de hatine encamdan.