Kurdistan
VÎDEO | Karwaneke leskerî ya Amerîkî bi temamî hat sewitandin
PeyamaKurd – Li Iraqê di navbera rêya Semawe û Dîmaniyê de, 3 barhilgirên çekan ên Amerîkayê hatin şewitandin.
Hat ragihandin ku hin çekdarên nenas rê li ber karwaneke barhilgirên hêzên Amerîkayê girtiye û ew bi temanî şewitandine ku helîkopterên Amerîkî jî li ser cihê bûyerê geriyane.
Çavkanîyeke ewlekarîya Iraqêra gihandiye ku hejmarek çekdar sê barhilgirên veguhazatina otombêlên serbazî ji cureyê Hummeran li devera Necmîye ya di navebra Semawe û Dîwanîye de li başûrê Iraqê kirine armanc û çekdaran ajovanên wan barhilgiran daxistine û agir berdana barhilgiran.
Hat diyarkirin ku wê karwanê piştevaniya lojîstîkî ji bo Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê dibir û hersê TIRên di karwanê de bi temamî hatine şewitandin.