TR KU SO
FB X
Kurdistan

Vîrusa korona gihîst Silêmaniyê: Li ser 4 kesên ji Îranê hatine peyde bû

Admin H
Nivîskar
📅 02 adar 2020 00:27

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê ragihand ku 4 kesên bi vîrusa koronayê ketine li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Wezareta Tenduristîya hikuemta Herêma Kurdistanê ragihand, îro Yekşemê encamên pişkinên 24 kesan hatine encamdan û derketiye holê ku li ser 4 hemwelatiyên li bajarê Silêmaniyê vîrusa koronaya nû covid-19 heye.

Wezaretê diyar kir ku hemû kesên vîrus li ser wan peyde bûye malbateke sê kesî ne û ligel wan jî jineke din heye ku hemû ji Îranê vegeriyane Kurdistanê.

Wezaretê ragihand ku ew kes di nexweşxaneya taybet de hatine cudakirin û di bin çavdêriya pizîşkî de ne. 

Parve bike: