Kurdistan
Walîtiya Rihayê: Ji bo Serê Kaniyê û Girê Spî qeymeqam hatin erkdarkirin
PeyamaKurd - Waliyê Rihayê Abdullah Erin ragihand ku ji bo kordînasyoniya bajarên Rojava yên Serê Kaniyê û Girê Spî were kirin qeymeqam hatin erkdarkirin.
Abdullah Erdin di daxuyaniya xwe de amaje kir ku ji bo kordînasyoniyê li Serê Kaniyê û Girê Spî qaymeqam hatine erkdar kirin.
Ji aliyê din ve çavkaniyeke herêmî da zanîn ku tayînkirina qeyûman ne nû ye û du hefte berê ji bo herdu bajaran qaymeqam hatine wezîfedarkirin.
Waliyê Rihayê Abdullah Erin herweha eşkere kir ku dê li herdu bajaran hezên ewlekariyê bêne danîn.