TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wan | 50 koçberên Afxanî hatin desteserkirin

Admin L
Nivîskar
📅 09 nîsan 2022 18:04

PeyamaKurd  Li navçeya Rêya Ermûşê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di hindurê malekê de 50 koçberên Afxanî hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan, berê sibeha îro Şemiyê 9ê Nîsana 2022ê polîsên tevgera taybet li Taxa Hafiziye ya Rêya Ermûşê girtin ser malekê û di encama operasyonê de 50 koçberên Afxanî desteser kirin.

Herwiha hat ragihandin ku koçberên desteserkirî şandine Rêveberiya Şûbeya Deriyên Sînor û Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiya Bi Koçberan û 2 kes jî tohmeta ku organîzartorî kirine, hatin desteserkirin.

Parve bike: