TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wê Amerîka têkiliyên îstixbarî yên Îran û El Qaîdeyê eskere bike

Admin H
Nivîskar
📅 12 rêbendan 2021 18:28

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, belgeyeke nepen a derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji aliyê Îranê ve li Iraqê eşkere kir, amadekariyê dike ku agahiyên îstixbarî yên têkiliya Îran û El Qaîdeyê jî eşkere bike.

Li gorî ragihandina ajansa Reutersê, Mike Pompeo niyet dike ku cara yekem agahiyên îstixbaratî yên girêdana Îranê bi El-Qaîdeyê re radixe pêş çavan eşkere bike.

Hat ragihandin ku wê îro Mike Pompeo li Kluba Rojnamevanên Niştimanî ya Washingtonê gotarekê pêşkêş bike û di vê gotara xwe de behsa girêdan û lihevkirina Îran bi El Qaîdeyê re jî bike.

Pompeo beriya ku posta xwe ya wezîrtiyê dewrî rêveberiya Joe Biden bike, doh jî raporeke derbarê Îranê de belav kiribû ku tê de Îran bi dayîna çekên kimyewî bo serokê berê yê Lîbyayê Muemer Qedafî û bi êrîşeke çekên kîmyewî di sala 1987an li Iraqê hatibû tawanbarkirin.

Parve bike: