Kurdistan
Wê hevpeymanî perwerdê bidomîne: Armanc yekxistina Pêsmerge ye
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ragihand ku wê perwerdeya Hêzên Pêşmerge di sala 2020an de jî berdewam bike.
Fermandarê Hevpeymaniyê Esercito Levato, li navçeya Silêmanî Çemçemalê serdana baregeha perwerdeya hêzên Pêşmerge kir û ragihand, wê pêwerdeya leşkerî ya bo hêzên Pêşmerge sala 2020an jî berdewam bike û armanca wan jî yekxistina hêzên Pêşmerge ye.
Hevpeymaniya Navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike û gelek welatên ewropê tê de cî digirin, ji sala 2014an ve li dijî rêxistina terorîst DAIŞê, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê perwerde dike û alîkariyên leşkerî dide wan.