TR KU SO
FB X
Kurdistan

‘Wê sandina 320 milyar dînaran heta budçeya 2021ê her meh berdewam be’

Admin H
Nivîskar
📅 16 tebax 2020 22:35

PeyamaKurd - Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Karûbarên Pêwendiyên ligel Bexdayê, Xalîd Şiwanî piştî ragihandina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya rêkeftina ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê şandina 320 milyar dînar mûçeyên karmendan, hurgiliyên lihevkirinê eşkere kir.

Şiwanî da xuyakirin ku rêkeftina ligel Serokwezîrê Iraqê, encama danûstandinên berdewam ên şanda bilind a Kurdistanê bi Bexdayê re ne û wiha got: “Piştî encamdana gelek civîn û 12 caran jî guhertina pêşniyar û têbiniyan, duh serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîştin qonaxa dawî û rêkeftin ragihandin.”

Şiwanî got ku herçend di proseya danûstandinan de gelek rabûn û daketin çêbûn û danûstandinên giran û aloz bûn jî hewldanên wan hem bo dabîn kirina mafên darayî yên fermanberên herêma Kurdistanê û hem bo parastina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê bûye.

Xalid Şiwanî diyar kir ku rêkeftina her meh şandina 320 milyar dînar mûçeyên fermanberan heta berdest kirina yasaya budceya 2021ê berdewam dike û qonaxeke nû ya danûstandinan li ser budceya 2021ê ya Iraqê wê bidin destpêkirin.

Şiwanî got, di rêkeftinê de mekanizmaya danûstandina li gel dahatên xalên sînorî jî heye û ew jî li xwe girtiye û li gor yasaya îdareya darayî ya federal a hejmara 6 a sala 2019ê dê birêve biçe.

Wezîrê Kurd, dawiyê de jî spasiya hemû wan kesayet û aliyan kir ku alîkar û piştevan bûn û spasiya hemwelatiyên Kurdistanê kir ji ber sebra wan.

Parve bike: